Sûriye xwest ew dîplomatên di wexta Esad de îstîfa kiribûn paşde herin

Sûriye xwest ew dîplomatên di wexta Esad de îstîfa kiribûn paşde herin

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Sûriyê bangî dîplomatanên ku di wexta Beşar Esad de îstîfa kiribûn kir û ji wan xwest ku dagerin ser karên xwe yên berê. Wezaret xwest ku forma dagerê binvîsin an tije bikin. Di bangê de wezaretê got:

“Em zanin ku we li cem xelkê ciyê xwe girtiye, destekê daye doza rewa ya xelkê û em rola we ya netewî dizanin. Em bawer dikin ku divê em dîrokê biparêzin, hesasiyeta belgekirina me ya wê rola we heye û em dixwazin rola we ya di avakirina ji nû ya Sûriyê de ji nûh de vejînin.”

Dîplomatên ku di wexta Esad de ji ser karê xwe îstîfa kirine, wê formê dagirin da wezaret karibe bi wan dîplomatan re li ser agahiyên di forman de, bi wan re têkiliyan deyne. Wezaret her weha dixwaze dîplomatên ku îltîcayê welatên din kirine, wan dagerîne Sûriyê.

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.