Şanda DEMê û Wezîrê Dadê 2 saetan civiyan: Wê hin gav bên avêtin...

Şanda DEMê û Wezîrê Dadê 2 saetan civiyan: Wê hin gav bên avêtin...

PeyamaKurd – Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Avahiya Wezareda Dadê ya Tirkiyê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re civiya.

Di hevdîtinê de, Wekîlên Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî û Alîkarê Hevserokê Berpirsê Komîsyona Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan amadehî kirin.

Piştî hevdîtina ku bi qasî 2 saetan dom kir, Gulistan Kiliç Koçyîgît daxuyanî da çapemeniyê û got, "Me ji Cenabê Wezîr re anî ziman ku şertên xebatê yên Birêz Ocalan mijareke herî girîng e. Em difikirin ku dê di serdema pêşiya me de şansê me hebe ku em di vê mijarê de hinek pêşketinan bibînin."

Koçyigit diyar kir ku Ocalan di rewşa tecrîdê ya heyî de nikare beşdarî pêvajoya çareseriyê bibe û got divê ev rewş bilez were guhertin. Herwiha got, divê ne tenê Şanda Îmraliyê, divê parlamenterên ji partiyên siyasî yên cuda, nivîskar, rewşenbîr û rojnamevan jî bi Ocalan re hevdîtinan pêk bînin.

Koçyigit da zanîn ku di civînê de rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan jî hatiye rojevê û da xuyakirin, divê girtiyên ku rewşa wan a tenduristiyê xirab e bên berdan û kiryarên heyî yên ne mirovî, wijdanî û hiqûqî bên başkirin.

Herwiha hate diyarkirin ku daxwaz ji Wezîrê Dadê hatiye kirin kesên ku ji Saziya Tiba Dadî raporên berdanê standine bên berdan û girtiyên cezayên wan bi dawî bûne lê ji ber biryarên şêwirmendiyên çavdêriya îdarî berdana wan tê astengkirin jî werin azadkirin.

Şanda DEM Partiyê da zanîn ku dibe serdanên şandên cuda yên Girtîgeha Îmraliyê bên rojevê û di vê mijarê de pêşketin bên dîtin.

Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.