Seha hewayî ya Londrayê girtin û temamê seferan betal kirin

PeyamaKurd – Li Îngîltere li payîtext Londrayê seha hewayî ji bo balafiran bo demkî hat girtin û temamê seferên balafiran betal kirin. Hat ragihandin ku di sîstema teknîkî de ariza çêbûye û ariza di sîstema radarê de ye lewra seferan betal kirine.
Rêxistina ewlehiya seyrûseferê ya hewayî ya Ewrûpayê (EUROCONTROL) li ser mijarê daxwuyanî da û got ji ber ariza teknîkî, seha hewayî ya ji Londrayê tê kontrol kirin (CTA) hatiye girtin.
Rayedar gotin ku ariza di sîstemê de ewlehiya seferan rasterast dixe nav talûkê û lewra seferan betal kirine. Li ser mijarê dezgeya xizmetên trafîka hewayî ya netewî (NATS) ragihand:
“Endazyarên me dixebitin da bi awayekî bilez pirsgirêkê çareser bikin. Ji niha de em nikarin bêjin wê kengê pirsgirêk çareser bibe.”
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




