Serokên gelek welatan ji ber wefata Papa Francis daxuyanî dan

Serokên gelek welatan ji ber wefata Papa Francis daxuyanî dan

PeyamaKurd – Vatîkanê ragihand ku Papa Francis îro sibehê saet 07:35an wefat kiriye.

Piştî wefata Papa Francis a 88 saliya wî de, serokên gelek welatan sersaxî û hurmetên xwe ji bo wî anîn ziman. 

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sánchez di peyamekê de li ser tora civakî Xê nivîsand: 

“Dilsoziya wî ya bo aştiyê, edaleta civakî û ji kesên herî xizan re mîraseke kûr li dû xwe dihêle.”

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance got:

”Dilê min bi miyonan Xirîstiyanan li cîhanê re ye.” 

Vance, ku rojek berî wefata Papa Francis bi wî re li Vatîkanê civiyabû, diyar kir ku ew şanaz e ku doh Papa Francis dîtiye.

Emmanuel Macronê serokwezîrê Fransayê jî hurmet nîşanî Papa Francis da û diyar kir: 

“Ew mirovek bû ku her tim bi kesên herî xizan û lawaz re bû, û ji bo ‘mirovahiyeke bira’ parêzvanî kir." 

Macron sersaxî ji hemû Katolîkên cîhanê re xwest.

Qesra Spî ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê sersaxî xwest û got: 

“Papa Francis bi aramî rakeve.”

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtin jî Papa Francis wekî “rêberekî biaqil” û “parêzvanê nirxên herî bilind ên humanîzm û edaletê” bi nav kir, û diyar kir ku wî di navbera Rûsya û Vatîkanê de têkiliyên erênî bi pêş xistine.

 

 

 

 

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.