Serok Barzanî: Kurdistan çanda pêkvejiyana aştiyane pêşkêşî cîhanê dike

Serok Barzanî: Kurdistan çanda pêkvejiyana aştiyane pêşkêşî cîhanê dike

PeyamaKurd – Serokê Mesûd Barzanî, di yekem a Roja Duaya Neteweyî de, ku bi dirûşma “Ber bi Yekîtiya di Baweriyê de” li Hewlêrê hat lidarxistin, bal kişand ser kûrahiya çanda pêkvejiyana aştiyane ya Kurdistanê.

Merasimê bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr, rayedarên payebilind ên Iraq û Kurdistanê, û her weha nûnerên hikûmetê yên ji Dewletên Yekbûyî, Ewropa û Rojhilata Navîn hat lidarxistin. 

Serok Barzanî di axaftina xwe de got, 

“Ev yekem car e ku civînek bi vî rengî li Kurdistanê tê organîzekirin. Armanc ew e ku em çanda dewlemend a jiyana bi hev re, pejirandina hevdu û azadiya raman, ol û mezheban bi cîhanê bidin nasîn.”

Wî tekez kir ku perestin nirxekînhevpar e ku hemû olan dike yek, û got, 

“Rastî nayê parçekirin; gelek rê hene ji bo gihîştina rastiyê.” 

Serok Barzanî diyar kir ku hemû olên ku yekîtiya Xwedê qebûl dikin, di lêgerîna rastiyê de ne û divê rêz ji hemûyan re bêne hirtin, û weha domand:

 “Bingeha olê exlaq e.”

Serok Barzanî her weha pê de çû ku Kurdistan bi vê çanda xwe serbilind e û soz da ku ew ê di vê rêyê de berdewam bin.

Wî hêvî kir ku ev civîn biratî û hevjiyana li Kurdistanê kûrtir û berfirehtir bike.

Roja Duyayê ya Neteweyî hem weke pîrozbahiyekê ji ahenga olî ya herêmê û hem jî weke bangekê ji bo yekîtiya olan di demên nediyariya cîhanî de hate dîtin.

 

 

 

 

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.