Hevpeymanî bi eşîrên Ereb re civiya: HSD me diparêzê, çekdanîn nabe

Hevpeymanî bi eşîrên Ereb re civiya: HSD me diparêzê, çekdanîn nabe

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku şandeke Hevpeymaniya Navdewletî roja Yekşemê, bi şêx û rûspiyên zêdetirî 15 eşîrên mezin ên Reqayê re, ligel nêzîkî 50 nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, hiqûqnas, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan û rûspiyên herêmî, civîneke berfireh lidar xist.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, di civînê de li ser paşeroja Reqayê û rewşa wê ya heyî gotûbêjeke berfireh hat kirin ku beşdaran tekezî li ser pabendbûna xwe ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û diyar kirin ku ew “zarokên herêmê” ne û ji bo rizgarkirina bajêr ji rêxistina DAIŞê bi deh hezaran şehîd dane.

Beşdaran ji Hevpeymaniyê xwestin ku destûrê nedin ti şêweyî radestkirina çekan an bajêr, an jî derxistina HSDê ji wir bi ti awayî û redkirina xwe ya teqez a vegera hikûmeta Şamê ya ji Reqayê diyar kirin.

Herwiha rûspiyên eşîran bûyerên li berava Sûriyeyê yên li dijî Elewiyan û yên li Siwêdayê bi ser Durziyan de, wekî komkujî bi nav kirin û tekez kirin, ew tecrûbeyên xwînî nikarin li bajarê wan dubare bibin.

Li aliyê din Serokê eşîra El-Bureycê Mihemed Nûr El-Zîb hûrqiliyên civînê ji Ajansa North Pressê re eşkere kir û bi tundî îdiayên ku nîqaş li ser radestkirina bajêr ji bo hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re hatiye kirin red kir.

Mihemed Nûr el-Zîb gotiye, civîna ku yekşemê hat lidarxistin, bi giranî li ser rewşa siyasî û komkirina nêrînên civaka sivîl ên derbarê danûstandinên berdewam ên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de bûye.

El-Zîb daye zanîn ku beşdaran israr kirine ku Hevpeymaniya Navneteweyî rêzê li prensîbên neteweyî bigire, bi taybetî yekîtiya axa Sûriyeyê, redkirina dabeşkirin an veqetandinê û pejirandina nenavendîtiya îdarî wekî tekane çareseriya guncav ji bo krîza Sûriyeyê hatiye gotûbêjkirin.

Hate diyarkirin ku civîn bêyî amadebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û ti nûnerên wan ên leşkerî hatiye kirin.

Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.