6 serokên Ewropî ji bo civîna Trump-Zelenskiy li Washingtonê ne

PeyamaKurd- Piştî Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, Serokê Fînlandiyayê Alexander Stubb û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von der Leyen, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer jî ji bo beşdarî civîna Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy bibe, gihîşt Washîngtonê.
Balafira Starmer li bingeha asmanî ya Andrews a li eyaleta Marylandê daket. Starmer got, "Şerê li Ukraynayê zêdetirî 3 sal in berdewam dike û gelek bandor li xelkê Ukraynayê kiriye, her malbat û civakeke li Brîtanyayê jî bandora şer li ser çêbûye."
Starmer herwiha diyar kir, "Divê em piştrast bin ku em karê xwe rast dikin. Divê em piştrast bin ku aştiyeke mayînde heye û ev aştî dadperwer e. Ji ber vê yekê ez diçim Washîngtonê ku ez vê mijarê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy re rû bi rû gotûbêj bikim." Herwiha anî ziman ku ev mijar ji bo Brîtanya û her kesî girîng e û tekezî li ser çareserkirina vê rewşê kir.
Tê çaverêkirin ku di civînê de mijarên sereke yên wekî garantiyên ewlehiyê ji bo Ukraynayê û peymana aştiyê ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de bên gotûbêjkirin
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




