SOHR: Ji destpêka 2025an ve 737 kes bûn qurbaniyên paşmayên şer

SOHR: Ji destpêka 2025an ve 737 kes bûn qurbaniyên paşmayên şer

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR), hejamara qurbaniyên teqîna paşmayên şer li seranserê Sûriyê yên ji destpêka sala 2025an ve belge kir.

Li gorî raporê ji destpêka salê ve 357 kesan li Sûriyê di teqîna paşmayên şer de can dane ku di nav wan de, 80 zarok û 19 jin hene.

Herwiha 370 kes di teqîna paşmayên şer de birîndar bûne, di nav wan de, 156 zarok û 3 jin hene.

Li gorî amarên SOHRê, ew qurbanî bi awayekî mezin li deverên di bin kontrola hikûmeta Şamê de belav bûne (338 kesan di teqîna paşmayan de can dane û 331 kes birîndar bûne).

Li deverên di bin kontrola HSD de jî, 19 kes di teqîna paşmayên şer de ji destpêka salê ve, can dane û 39 kes birîndar bûne.

Ji bilî amarên ku hatin belgekirin hîn navên gelek qurbaniyan nehatine belgekirin û paşmayên şer bûne yek ji mijarên herî metirsîdar ku gefê li jiyan welatiyên Sûriyê dixwe.

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.