Swîsreyê dorpêç danî ser 8 dezgehên medya Rûsî

PeyamaKurd - Wezareta Sekreteriya Dewletê ya ji Karên Aborî berpirs (SECO) a Swîsreyê ragihand ku rayedarên Swîsreyê 8 dezgehên medyayî yên Rûsî xistine nav lîsteya dorpêçan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nav dezgehên biryara dorpêçan li ser wan hatiye dayîn de Lenta.ru, televizyona Zvezda, rojnameya Krasnaya Zvezda, ajansa nûçeyan a News Front, malpera nûçeyan a SouthFront, RuBaltic.ru û Strategic Culture Foundation hene. Astengkirina wan dezgehên medyayê wê ji sibê pê ve dest pê bike.
Yekîtiya Ewropayê (YE), di çarçoveya paketa 16emîn a dorpêçan a li dijî Rûsyayê de ku di 24ê Sibatê de sepandibû, lîsansên weşana gelek dezgehên medyayên Rûsî, di nav wan de Eurasia Daily, News Front, SouthFront, RuBaltic.ru, Lenta.ru, Zvezda û Strategic Culture Foundation, rawestand.
Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.




