Tehran: Hêza me ya parastinê nabe mijara danûstandinên nukleerî

PeyamaKurd - Îsmaîl Bekayî diyar kir ku hêza parastina welatê wî nabe mijara danûstandinên nukleerî.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Bekayî di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane de bersiva pirsên rojnamevanan ên li ser mijarên rojane da.
Dema ku ji Bekayî hat pirsîn ka gelo şiyanên parastinê yên Îranê di danûstandinên nukleerî yên Tehranê bi welatên Rojava re têne nîqaşkirin Bekayî got, "Hêza parastinê ya Îranê nabe mijara tu danûstandinan."
Bekayî destnîşan kir ku niha li Îranê tu mufetîşên nukleerî yên navneteweyî nînin û derbarê serdana Cîgirê Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Massimo Aparo ya Tehranê de got, "Serdan wê di nav kêmtirî 10 rojan de pêk were."





