SOHRê rapora hejmara giştî ya kuştî û înfazên Siwêdayê belav kir

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di êrîşên li dijî Siwêdayê de 300 kesên sivîl bi zanebûn hatine înfazkirin û bi giştî hezar û 517 hatine kuştin.
Li gorî rapora SOHRê ya dawî; 21 zarok, 56 jin, 146 sivîl, bi giştî 720 niştecihên Siwêdayê hatine kuştin.
40 çekdarên eşîran û çekdarekî ji Lubnanê, bi giştî 474 endamên Wezareta Parastinê û Ewlekariya Giştî yên hikumeta veguhêz ên Sûriyeyê hatine kuştin.
15 endamên wezaretên parastinê û hundir ên hikumeta veguhêz di êrîşên balafirên Îsraîlê de hatine kuştin.
Jinek û 2 kesên nenas di bombebarana balafirên Îsraîlê ya li dijî avahiya Wezareta Parastinê ya li Şamê de hatine kuştin.
SOHRê da xuyakirin ku 2 rojnamevan jî hatin kuştin.
Herwiha diyar kir, 17 jin, 10 zarok û kalepîrek bi guleyên çekdarên Wezaretên Parastin û Hundir ên Sûriyê hatin înfazkirin.
Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.




