Serokê BCFê: Li Kurdistanê çandeke gelek xweş a bexşînê heye

PeyamaKurd- Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed, di 20emîn salvegera damezrandina dezgehê de da xuyakirin, ew ê li ser karên xwe yên xêrxwazî û alîkariya hejar û lêqewimiyan berdewam bin û got, BCF roleke girîng di avakirina karê rêxistinî yê li Herêma Kurdistanê de lîstiye.
Mûsa Ehmed îro 4ê Tebaxê ji K24ê re behsa rola pêşeng a dezgehê kir û got: "Me rolek di avakirina karê rêxistinî de li Herêma Kurdistanê hebû. Berî ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî were damezrandin, dezgehên xêrxwaziyê li Herêma Kurdistanê gelek kêm bûn an jî hema nebûn, lê piştî damezrandina dezgeha me, gelek dezgehên din ên xêrxwaziyê hatin damezrandin ku wekî me kar dikin û alîkariya hejar û lêqewimiyan dikin."
Derbarê şefafiyet û belgekirina karên xwe de, Serokê BCF da zanîn: "Em hemû kar û çalakiyên xwe tomar dikin û salane wek raporekê ji bo Fermangeha Rêxistinên Nehikûmî li Iraqê, Fermangeha Rêxistinên Nehikûmî li Herêma Kurdistanê û hemû hevbeşên xwe re dişînin. Berevajî rêxistin û dezgehên din ên ku belgeyên xwe tenê pênc salan diparêzin, dezgeha me ji destpêka damezrandinê heta niha, hemû belgeyên xwe parastiye."
Mûsa Ehmed herwiha bal kişand ser çanda mirovdostiyê ya li Kurdistanê û got: "Li Herêma Kurdistanê çandeke gelek xweş a bexşînê heye. Di çarçoveya karên xwe yên xêrxwaziyê de, me serdana gelek welatan kiriye û beşdarî gelek konferans û hevdîtina bûne. Tişta ku li Herêma Kurdistanê ji bo karê mirovî heye, bi rastî li ti cihekî din ê cîhanê nîne. Ev çanda xweş, dîrokî ye û ne ya îro ye."
Serokê BCFê di dawiyê de tekez kir, tevî guhertina nexşeya alîkariyên navdewletî ji ber şerên li Ukrayna, Xeze, Sûdan û Sûriyeyê, wan pêwendiyên xwe yên bi rêxistinên navdewletî re qut nekirine û dê di zêdetirî 12 warên cuda de li ser xizmetên xwe berdewam bin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ku di sala 2005an de hatiye damezrandin, di heyama 20 salên borî de roleke bilind a mirovî lîstiye û piştgirî daye qurbaniyên karesatên xwezayî û xelkê wan navçeyên ku rastî qeyranan hatine. BCF ku ji zêdetirî heşt beşên sereke pêk tê, alîkarî gihandiye bi sedan kampên penaber û koçberan li navxweya Herêma Kurdistanê, Iraq û welatên din.
Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.




