Li Îtalyayê operasyona çeteyên Çînî: 13 kes hatin girtin

Li Îtalyayê operasyona çeteyên Çînî: 13 kes hatin girtin

PeyamaKurd- Li Îtalyayê di encama operasyoneke li dijî çeteyên Çînî de 13 kes hatin girtin û derbarê 31 kesan de jî biryara binçavkirinê hat dayîn.

Polîsên îtalî li seranserê welêt, di nav de bajarên wekî Milano, Roma, Floransa, Prato û Katanya, li 25 herêman operasyon li dar xist. Di encamê de, 13 kesên ku hatin girtin, bi sûcên wekî bazirganiya narkotîkê, fihuş û êrîşan hatin tawanbar kirin.

Herwiha di serdegirtinan de 550 gram metamfetamîna krîstal jî hat desteserkirin.

Hate destnîşankirin ku çete bi taybetî Çîniyan dikin hedef û ew bi zor û tundiyê li herêmên ku lê çalak in, serdestiyê dikin, mîna mafyayên kevneşopî.

Rayedaran anîn ziman ku gelek endamên çeteyan ji heman herêma Çînê ne û ev kom li herêmên ku nifûsa Çînî lê zêde ye, wekî Toskana, pir bihêztir in. Hate gotin ku çeteyên Çînî ji bo karên neqanûnî bi  rêxistinên din ên sûcan re di pêwendiyan de ne.

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.