Trump car din bi gotinên tund serokê FEDê rexne kir

Trump car din bi gotinên tund serokê FEDê rexne kir

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump di ser hesabê xwe yê medya civakî Truth Social de car din êrîşê serokê Banka Navendê ya Amerîkayê Jerome Powell kir. Trump got:

“Powell, di wexta hilbijartinê de bo alîkariya xewxweş Biden û piştî wî bo ji Kamala re alîkariyê bike, ji bilî faîzan daxîne, bo her tiştî dereng maye. Eger Powell faîzan danexîne, wê aborî hêdî bibe.”

Trump ragihand ku daxistina faîzan ji aliyê gelek kesan de tê xwestin û divê weka tedbîr bên daxistin. Trump weha dewam kir:

“Maliyeta enerjiyê û bihayên xidayê gelek daketiye, bihayên gelek tiştên din dadikeve û dikarim bêjim hema enflasyon nemaye. Eger Powel faîzan danexe, wê di aboriyê de hêdîbûn destpêbike. Ewrûpa heya niha 7 car faîzan daxistiye.”

 

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.