Trump, dest bi seredana xwe ya Rojhilata Navîn dike lê ne diyare wê here Tirkiyê an na!

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump dest bi seredana xwe ya Rojhilata Navîn dike û rawestgeha wî ya ewilî Erebistana Sa’ûdiye.
Berdevka Qesra Sipî Karoline Leavitt ragihand ku wê Trump di 13-16ê Gulanê de seredana Erebistana Sa’ûdiyê, WQatar û Îmratan bike. Balkêşe di bernama Trump de niha seredana Tirkiyê tine.
Trump berê gotibû ku dibe seredana Tirkiyê bike û bi serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re hevdîtin bike. Lê niha nayê zanîn wê here seredana Erdoğan an, na!
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.




