Trump: Dibe di vê heftê de peymana Rûsya-Ûkrayna pêk bê

Trump: Dibe di vê heftê de peymana Rûsya-Ûkrayna pêk bê

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Trump ragihand û got bi îhtîmaleka mezin wê peymana navbera Rûsya-Ûkrayna vê heftê pêk bê.

Trump li Qesra Sipî di merasima cejna Paskalyayê de di derbarê peymana navbera Rûsya-Ûkrayna û muzakereyên ku bi Îranê re li ser bernama nuklerî kirin axifî. Li ser peymana Rûsya-Ûkraynayê Trump got:

“Belê îhtîmal gelek heye ku di vê heftê de pêk were.”

Trump di 18ê Nîsanê de jî ragihandibû ku divê şerê navbera her dû welatan biqede.

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.