Ukraynayê bersiveke tund da pêşniyara Amerîka ya agirbestê

PeyamaKurd - Wezîra Aborî û Alîkara Serokwezîr a Ukraynayê Yulia Svyrydenko got, "Ukrayna ne ji bo teslîmbûnê, lê ji bo muzakereyan amade ye."
Svyrydenko li ser pêşniyara DYAyê ya ku Kirîmê wekî axa Rûsyayê ji Moskowê re dihêle got, "Peymaneke piştgiriyê dide Rûsyayê ji bo ku xwe ji nû ve bi hêz bike û bihêztir vegere nabe." Wezîra Ukraynî tekez kir ku gelê wan şerê sar ê ku di bin navê aştiyê de hatibe veşartin qebûl nake.
Hefteya borî Amerîkayê li Parîsê pêşniyarek fermî pêşkêşî rayedarên Ukraynayê kir. Li gorî Washington Postê, di pêşniyarê de qebûlkirina Kirîmê wek axa Rûsyayê û rakirina dorpêçên li ser Moskow hebû.
Şêwirmendê Serokkomarê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy pejirand ku Kyiv hin beşên pêşniyara DYAyê qebûl kiriye, lê beşên din hê jî nayên qebûlkirin.
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.




