Wezîrê Derve yê Fransa hat Bexdayê

Wezîrê Derve yê Fransa hat Bexdayê

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot dê serdana Iraq, Kuweyt û Erebistana Siûdî bike da ku çareseriya du dewletî pêş bixe û ji bo konferansa aştiyê ya Parîs-Riyadê di meha Hezîranê de amade bike.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot îro dest bi gera xwe ya herêmî kir ku Erebistana Siûdî û Kuweyt jî di nav de ye ku armanca jinûvedestpêkirina pêvajoya dîtina çareseriya 2 dewletî ji bo Filistîn û Îsraîlê. 

Barrot îro bi karbidestan re li Bexdayê kom bû, di çarçoveya gera herêmî de bi armanca nipêşxistina çareseriya 2 dewletî ji bo Filistîn û Îsraîlê.

Wezîrê Fransî piştî ku li paytexta Iraqê Bexdayê bi hevtayê xwe Fûad Husên re hevdîtin pêk anî, dê bi Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî re jî rûnê. 

Piştre jî dê bê Herêma Kurdistanê û ji aliyê serkirdeyên Herêma Kurdistanê ve were pêşwazîkirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ev serdan piştrast dike ku Fransa li ser aramiya Iraqê û rola wê weke navendeke hevsengiya herêmê ye. 

Serdan her weha dê derfetekê peyda bike ku “biryara Fransa ji bo berdewamkirina şerê li dijî DAIŞê di nav pêvajoya veguhêz li Sûriyeyê û veguheztina hêzên Amerîkî de dubare bike.”

Wezaretê der barê kêşeya Îsraîl û Filistînê de got: 

“Ev ger dê derfetekê ji bo amadekirina konferansa navneteweyî ya li ser pêkanîna çareseriya 2 dewletan ku Fransa bi hev re bi Erebistana Siûdî re di meha Hezîranê de mazûvaniya wê bike, û Konferansa Bexdayê ya 3yem ya aramiya herêmê.”

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.