Zelenskiy: Rûsyayê agirbesta demkî ya ragihandibû binpê kir!

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ragihand ku agirbesta demkî ya ku ji bo Cejna Paskalyayê ji aliyê Rûsyayê ve hatibû ragihandin, gelek caran ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatiye binpêkirin.
Volodymyr Zelenskiy di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya ku li ser hesabê xwe yê Telegramê de da, derbarê biryara Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a ji bo rawestandina hemû operasyonên leşkerî yên 19ê Nîsanê saet 18:00 heta 21ê Nîsanê saet 00:00an da nirxandin kirin.
Zelenskiy da zanîn ku ji Sererkanê Giştî yê Ukraynayê Oleksandr Sirskiy derbarê geşedanên li eniyê yên 19ê Nîsanê saet 18:00 heta 20ê Nîsanê saet 00:00an agahî wergirtiye, diyar kir ku êrîşên Rûsyayê dewam dikin.
Zelenskiy bal kişande ser wê yekê ku artêşa Rûsyayê bi top û balafirên bêmirov li herêma Kursk a Rûsyayê û herêmên Donetsk û Zaporizhia yên Ûkraynayê êrîş pêk anîn, Zelenskiy ragihand ku artêşa Ukraynayê bersiva van êrîşan daye.
Zelenskiy ragihand ku artêşa Rûsyayê di vê heyamê de 19 caran hewl daye êrîş bike, 387 caran gulebaran kiriye û 290 caran jî balafirên bêmirov bikar aniye.
Zelenskyy tekez kir ku "bi giştî heta sibeha Paskalyayê artêşa Rûsyayê hewl da ku îmaja agirbestê çêbike, lê li hin cihan dest ji hewlên xwe yên pêşveçûnê berneda da ku zirarê bide Ukraynayê.” Herwiha da zanîn, "Divê Rûsya bi tevahî şertên agirbestê bi cih bîne."





