Zelensky: Em amade ne piştî agirbesta tam bi Rûsyayê re dest bi hevdîtinên dualî bikin

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy diyar kir ku Ukrayna dikare bi Rûsyayê re dest bi muzakereyên dualî bike û got ku diyalogeke bi vî rengî encax piştî agirbesteke tam pêkan e.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li Kîevê di civîneke çapemeniyê de pirsên rojnamevanan ên derbarê Şerê Rûsya û Ûkraynayê de bersivand. Zelenskî got: "Eger Rûs ku ev girêdayî wan e, me ev yek di Cejna Paskalyayê de dît, ew dikarin dema ku bixwazin êrîşên xwe kêm bikin... Heke Rûs ji agirbestek tam re amade bin, piştî ku agirbestek tam pêk were em ji bo her formatek danûstandinê bi wan re amade ne."
Zelenskiy amaje bi wê yekê jî kir ku ew dixwazin Amerîka danûstandinan berdewam bike û got, alîkariya leşkerî ya Amerîkayê bo Ukraynayê di çarçoveya pakêta ku berî salekê ji aliyê Kongreya Amerîkayê ve hatibû pesendkirin de ye û heta niha ji bo pakêta alîkariyê ya nû bi Washingtonê re hevdîtin pêk neaniye.
Zelenskiy bal kişand ser wê yekê ku Ukrayna piştgiriya pêşniyara Amerîkayê ya ji bo agirbesteke tam û bê şert û merc dike û got ku ew wê di 26ê Nîsanê de beşdarî merasîma cenazeyê rêberê ruhanî yê katolîk û serokê Vatîkanê Papa Francis bibe û amade ye li wir bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.





