37 di ser Enfala Behdînanê re derbas bûn

37 di ser Enfala Behdînanê re derbas bûn

PeyamaKurd – Îro, 37 sal di ser destpêka Enfala Behdînanê re derbas dibin, ku wek qonaxa dawî û yek ji hovtirîn beşên jenosîda Enfalê ya ji aliyê rejîma Be's a Iraqê ve li dijî gelê Kurd hatiye meşandin, tê bibîranîn.

Ev pêngava leşkerî ya hovane di 25ê Tebaxa 1988an de dest pê kir û heta 6ê Îlonê berdewam kir. Di vê demê de, artêşa Iraqê bi awayekî sîstematîk êrîşî gund û bajarokên devera Behdînanê kir, bi deh hezaran mirovên sivîl qetil kirin, bi hezaran kes sirgûn kirin û bi sedan deverên niştecihbûnê bi temamî wêran kirin.

Enfala Behdînanê qonaxa heştemîn û dawî ya zincîreya Operasyonên Enfalê bû ku di tevahiya sala 1988an de li seranserê Başûrê Kurdistanê hate meşandin. Di encama van operasyonan de, zêdetirî 182,000 Kurd hatin qetilkirin û di gorên komî de hatin veşartin, herweha nêzîkî 4,000 gundên Kurdistanê jî hatin wêrankirin.

Di warê yasayî de, Dadgeha Bilind a Cezayê ya Iraqê di sala 2007an de bi awayekî fermî tawanên Enfalê wek "jenosîd, tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên şer" nas kir.

Tevî vê nasînê û derbasbûna nêzîkî çar dehsalan, birînên Enfalê hîn jî di bîr û wijdanê gelê Kurd de saxlem mane û her sal di vê rojê de qurbanî tên bibîranîn.

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.