Şara: Guftûgoyên li ser peymaneke ewlehiyê bi Îsraîlê re didomin

PeyamaKurd – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, di daxuyaniyeke balkêş de ragihand ku hikûmeta wî bi Îsraîlê re di "danûstandinên pêşketî" de ye ji bo peymaneke ewlehiyê. Ev daxuyanî wek pêngaveke girîng di têkiliyên di navbera her du welatan de ku bi dehsalan e di rewşeke dijminatiyê de ne, tê nirxandin.
Li gorî nûçeya Sky News Arabiayê, Ehmed Şera ji komek rojnamevanên Ereb re axivî û da zanîn ku her peymaneke mihtemel dê li ser bingeha xetên Peymana Vekişînê ya sala 1974an be ku piştî Şerê Cotmehê di navbera Sûriye û Îsraîlê de hatibû îmzekirin. Ev peyman avakirina herêmeke tampon di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li bilindahiyên Golanê dihewîne.
Şera herweha destnîşan kir ku ew bawer nake ku dem ji bo peymaneke aştiyê ya berfireh bi Îsraîlê re guncaw e, lê tekez kir ku ew ê "bêyî dudilî" her rêkeftinek ku "ji bo Sûriyeyê û herêmê sûdmend be" qebûl bike.
Ev gotûbêj di demekê de tên ku hewlên dîplomatîk ên bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo kêmkirina aloziyan û xurtkirina îstiqrara li başûrê Sûriyeyê didomin. Di vê çarçoveyê de, wezîrê karên derve yê Sûriyê Es'ed Şeybanî û wezîrê karên stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer li Parîsê hevdîtin pêk anîne û li ser rêkeftinên ewlehiyê axivîne.
Her çend Şam û Tel Avîv bi fermî di rewşa şer de ne, ev danûstandinên ku di asteke bilind de têne meşandin, wek îşareteke bihêz a îhtimala guhertineke stratejîk li herêmê tê dîtin.
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




