Hêzeke Îsraîlê derbasî Şamê bû: Wezareta Sûriyê bûyer şermezar kir

Hêzeke Îsraîlê derbasî Şamê bû: Wezareta Sûriyê bûyer şermezar kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 25ê Tebaxê hêzeke artêşa Îsraîlê ku ji nêzîkî 100 leşker û 11 wesayîtan bû, derbasî bajarokê Beyt Cinê yê li gundewarê rojavayê Şamê bû.

SOHRê, daye xuyakirin ku hêzên Îsraîlê gule li hinek kesan reşandine lê ti zirarên canî çênebûne.

Wezareta Derve ya Sûriyê derbasbûna hêzên Îsraîlê bo gundewarê Şamê şermezar kir û ew bi binpêkirin ji yasayên navdewletî re bin nav kir.

Wezaretê jî daye xuyakirin, derdora 60 leşkerên Îsraîlê bi 11 alavên leşkerî derbasî devera Beyt Cîn bûne û dest danîne ser girê Bat El-Werdê li quntara Çiyayê Şêx.

Hate diyarkirin ku ew yek binpêkirina serwerî û yekîtiya Sûriyê ye û gefê li aştî û ewlehiya herêmî dixwe.

Herwiha Wezaretê bang li civaka navdewletî jî kir ku destwerdanê bike ji bo danîna sînorekî ji destwerdanên Îsraîlê re.

Parêzgariya Şamê ragihand ku artêşa Îsraîlê îdia dike ku operasyon bi hinceta lêgerîna li "têkderan" hatiye kirin, lê "armanca rastî, têkdana ewlehiya sivîlan e."

Ev nivîs 139 car hatiye xwendin.