Kamyon û traktor li hevketin: 9 kes mirin û 42 kes birîndar bûn

Kamyon û traktor li hevketin: 9 kes mirin û 42 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaleta Uttar Pradeşê traktorekî û kamyonekî li hev ketine û di encamê de 9 kes mirine û 42 kes birîndar bûne.

Rayedarên eyaleta Uttar Pradeşê ragihandine ku li ser sînorê navbera bajarên Aligarh û Bulandshahrê bi wextê Hindistanê seet di 02.10an de, kamyonekî li romorka traktorê xistiye ku di romorkê de hecî hebûne. Di encamê de 9 kes mirine û 42 kes birîndar bûne.

Rayedar gotine ku traktor ji bo rêwiyan zêdetir hilgire, xwediyê wê romorka xwe kiriye du qat.

Serokwezîrê eyaleta Uttar Pradeş Yogi Adityanath, sersaxiyê da malbatên kesên can dane û gotiye her malabata ku ji qezayê bandorê diye, wê tazmînatê bide wan.

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.