Fermandarê HSDê: Şam hin komên çekdar li dijî me bikar tîne

Fermandarê HSDê: Şam hin komên çekdar li dijî me bikar tîne

PeyamaKurd- Fermandarê Lîwaya Şemal a girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ebû Omer Idlibî ragihand, firqeya bi navê firqeya 86 ya girêdayî Şamê û kesê bi navê Hatim Ebû Şeqra wê birêve dibe, berdewam li Dêrazorê êrîşî wan dikin.

Idlibî daye xuyakirin, komên weke Ehrar Şerqiyê û Emşatê danîne ber navçeyên wan û weke fişareke li dijî wan bikar tînin da ku berdewam herêmên HSDê aram nebin.

Ebû Omer Idlibî gotiye, ew komên ku herî dawî tevlî artêşa Sûriyeyê bibûn, di asteke yekem de bi fermana Tirkiyê tevdigerin.

Hêjayî gotinê ye, HSD berî niha ragihandibû ku komên girêdayî Şamê 22 caran agirbesta di navbera wan de binpê kirine.

Ev nivîs 167 car hatiye xwendin.