Fûad Hisên û Hakan Fîdan civiyan

Fûad Hisên û Hakan Fîdan civiyan

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên û hempîşeyê wî yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku ji bo Civîna Awarte ya 21emîn a Encûmena Wezîrên Karên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî (RHÎ) li Erebistana Siûdî ne, ligel hev civiyan.

Hate ragihandin ku herdu wezîr li bajarê Cîddeyê civîyane, lê derbarê naveroka civînê de agahî nehatin dayîn.

Fûad Hisên, li Erebistana Siûdî bi hejmarek wezîr û serokên welatên Erebî re jî danûstandinên xwe berdewam dike.

Ev nivîs 171 car hatiye xwendin.