Pûtîn û Pizişkiyan li ser bernameya atomî axivîn

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkîyan di pêwendiyeke telefonî de, rewşa bernameya atomî ya Îranê û herwiha pêşketinên li herêma Qefqasyaya Başûr axivîn.
Koşka Kremlînê ragihand, di danûstandinê de Vladîmîr Pûtîn li ser encamên sereke yên civîna Rûsya û DYAyê ya li Alaskayê hatibû lidarxistin agahî da Serokkomar Pizîşkîyan.
Pizîşkîyan jî diyar kir ku ew piştgiriyê dide hewldanên dîplomatîk ên ji bo çareseriya aştiyane ya krîza Ûkraynayê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du serokan hin mijarên bilez ên dualî yên di navbera her du welatan de, bi taybetî di warên enerjî û veguhastinê de jî gotûbêj kirin.
Ev nivîs 135 car hatiye xwendin.




