Mînîbusa ku xwendevanan hilgirt wergeriya: 8 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê li navça Antakyayê ereba ku xwendevanên astengdar û malbatên wan hildigirt wergeriya û di encamê de 8 kes birîndar bûn.
Qeza, li taxa Bozhöyükê qewimî. Di mînîbusê de 8 zarok û 5 mezin hebûn. Di qezayê de kesên di mînîbusê de asê man ji aliyê tîmên îtfaiyê de hatin rizgarkirin. 8 birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê ji bo dermankirinê.
Tîmên cendirmeyan li ser qezayê lêkolîna xwe dewam dike.
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.




