Cîgirê serokê AKPê Zafer Sırakaya, seredana serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir

PeyamaKurd – Cîgirê serokê AKPê Zafer Sırakaya, li Herêma Kurdistanê li bajarê Erbîlê seredana serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; her dû teref di hevdîtina xwe de, li ser têkiliyên dualî û pêşdeçûnên li herêmê axifîne. Her weha behsa berjewendiyên her dû terefan û d isehayên xizmetên îstîqrarê û hûzûrê de behsa girîngiya hevkariyê kirine.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotiye ku Kurdistan Tirkiyê cîranekî xwe yê bo wexta dirêj û ji bo berjewendiyên her dû terefan girîng dibînin. Di daxwuyaniyê de Barzanî sipasiya serokkomar Recep Tayip Erdoğan kiriye bi sedema rola Erdoğan û AKPê ya di xwurtbûna têkiliyên Kurdistanê û Bexdayê de.
Sırakaya, di axaftina xwe de gotiye ku Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xwurt bike û pêşdetir bibe û behsa rola Barzanî ya erênî ya di herêmê de bi qiymet nirxandiye.
Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.




