Xwuşka Lahor Şêx Cengî Talabanî: “Dora mala me ya gund girtine”

Xwuşka Lahor Şêx Cengî Talabanî: “Dora mala me ya gund girtine”

PeyamaKurd – Xwuşka mezin ya Lahor Şêx Cengî Talabanî, Awaz Şêx Cengî ragihand ku hêzên asayîşê mala wan ya li gundê Kelkanê ya bi ser nahiya Xidiran a bi ser navça Dukana ya Silêmaniyê dorpêç kirine.

Awaz Şêx Cengî ji bo Rûdawê gotiye ku hêzên asayîşê 3 parastvanên wan binçav kirine. Awaz Şêx Cengî gotiye:

“Mala biyarê min ya Aras, mala min û ya birayê min Dr. Aso dorpêç kirine. Ez weka parlementera berê û weka hemwelatiyekî nizanim çima dora mala me girtine û ez bang dikim hukumeta Kurdistanê ku van hêzan hêzên kîne û ji aliyê kê de tên xwedî kirin, li serê daxwuyanî bidin.”

Li ser mijarê rêvebirê nahiya Xidiran Rebiwar Badawan li ser dorgirtina mala malbata Cengî de got:

“Ti agahiya min nîne ku hêzên asayîşê çûne gundê Kelkanê.”

Medya nêzî YNKê ragihandiye ku kes ji Silêmaniyê neketeiye nav tevgerê. Piştî daxwuyaniyê birayê Lahor Şêx Cengî, Aras Şêx Cengî di ser hesabê xwe yê Facebookê de gotiye:

“Eger dora mala me negirtibin, bila îznê bidin da rojnamevan herin gund, wêne û vîdeoyan bikşînin.

Birayê mezin ê Lahor Şêx Cengî yê bi navê Aso Şêx Cengî piştî şerê li otêla Lalezarê 3 roj paşî di rêya vîdeoyê depeyamekî belav kir û got ku ew li Bexdayê ye. Di peyama xwe de got:

“Ez birayê Lahor yê mezin im. Niha li bajarê Bexdayê me, rewşa min başe û li ser jiyana min talûke nîne.”

Aras Şêx Cengî jî mijara ku Aso gihaye Bexdayê bo Rûdawê piştrast kiriye.

Aso Şêx Cengî berê nûnerê herêma Kuırdistanê yê Rûsyayê bû.

Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.