Medya Îsraîlê naveroka peymana bi Sûriyê re bê îmzekirin eşkere kir

PeyamaKurd- Kanala 12 ya Îsraîlê ragihand ku Îsraîl û hikumeta Şamê nêzîkî îmzekirina "Peymana çareseriya ewlehiyê" bûne û bendên wê eşkere kirin.
Kanal 12ê destnîşan kir ku bendên peymanê ji bo pêkanîna aramiyê di navbera her du aliyan de li başûrê Sûriyeyê ye.
Hin xalên herdu aliyan lihevkirine wiha ne:
"Rê nedin Tirkiye artêşa Sûriyeyê ava bike, herêma Colanê ya Sûriyeyê were bêçekkirin, çekên stratejîk û pergalên moşek û parastina hewayî di hundirê Sûriyeyê de neyên bicihkirin û korîdoreki mirovî ji bo Durzîyan li Siwêdayê were vekirin. "
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin, wê Amerîka û welatên Kendavê alîkariyên ji bo ji nû ve avakirinê bidin hikumeta Şamê ku tê çaverêkirin, her du alî di dawiya Îlonê de bi serperştiya Amerîka û Kendavê peymanê îmze bikin.
Hêjayî gotinê ye, derbarê naveroka peymanê de deshilata Şamê ti daxuyaniyek nedaye, lê Serokomarê qonaxa veguhêz Ehmed Şera eşkere kiriye ku ew bi Îsraîlê re li ser mijara ewlehiyê li ber lihevkirinê ne.
Li aliyê din nivîskar û çalakvanê Durzî Mahir Şerefedîn gotibû, wê di 25ê Îlonê peyman di navbera Şera û Netanyahu de, bi serpreştiya Trump were îmzekirin. Şerefedîn destnîşan kiribû ku li gorî peymanê wê mafê xwerêvebirinê bidin parêzgeha Siwêdayê û di navbera Siwêdayê û Durziyên li Îsraîlê de korîdoreke bejahî ya domdar were vekirin.
Ev nivîs 228 car hatiye xwendin.




