Asayîşa Kurdistanê 5 kesên IŞİDê girtin

Asayîşa Kurdistanê 5 kesên IŞİDê girtin

PeyamaKurd – Asayîşa Herêma Kurdistanê bi hêzên asayîşa Iraqê re di operasyonan de 5 kesên endamê IŞİDê ne desteser kirin. Ciyên ku IŞİD lê dihewiyan îmha kirin.

Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku operasyon ji terefê rêvebiriya giştî ya Kurdistanê û îstîxbarata leşkerî ya Iraqê de bi koordinasyon hatiye kirin. Operasyon di du astan de pêkhat.

Operasyona yekem di 29ê Nîsan a 2025an de li Kerkûkê li devera Cewal Borê pêkhat. Ciye terorîstan hatine îmhakirin ku gelek dokumanên wan ketine destê asayîşê.

Di operasyona duyem de, di navbera 30 yê Nîsanê û 4 ê Gulanê de li herêma Kurdistanê li Kelar, Çemçemal, Helebçe û Silêmaniye 5 endamên IŞİDê ku di xwestin çalakiyan bikin, hatine desteserkirin.

Kesên di operasyonan de hatine girtin, ew kesin ku di çarçova qanûna li dijî terorê de li wan digerin û xwestine car din li herêmê xebatên xwe yên rêxistinî bikin.

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.