Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê nû yê Almanyayê pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê nû yê Almanyayê pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema di meclisa federal ya Almanya de serokê Partiya Yekitiya Demokratên Xîrîstiyan (CDU) Friedrich Merz bû serokwezîr, ew pîroz kir. Barzanî xwest ku têkiliyên Almanya û Kurdistanê bêhtir xwurt bibin û got:

“Herêma Kurdistanê bi Almanya re xwediyê hempariyeka nêz û xwurt e. Em dixwazin vê têkiliyê bêhtir pêş bixin.”

Di dengdana meclisa federal ya Almanya de Friedrich Merz, di tûra duyem de ji 618 parlementeran dengên 325 parlementeran girt û bû serokwezîr.

Serokwezîrê nû wê îro êvarê bi awayekî fermî wezîfê ji serokwezîrê berê Olaf Scholz bigre û paşî dê wezîr sondê bixwun û dest bi karê xwe bikin.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.