Li Amedê parêzerekî birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Peyasê (Kayapınar) di plazakî de parêzerekî bi sedema deynan lihevkirinekî çêbikin, çû buroya parêzerê hevalê xwe. Du teref bi sedema deynan li hev nedikirin û bo her du teref li hev werin parêzer İçli bo bi terefê din re li hev bike çû burokî. Kesê bi navê M.K. bi çekê li lingê parêzer Yasin İçli xist.
Parêzer İçli bi 2 guleyan birîndar bû M.K. jî reviya. Li ser bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Parêzer İçli birin nexweşxana perwerdê û lêkolîne ya Gazi Yaşargil. Rewşa parêzer İçli başe û polîs dixebite da êrîşker bigre.
Li ser bûyerê serokê baroya Amedê Abdülkadir Güleç, di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Hemkarê me parêzer Yasin İçli dema li buroya hevalê xwe bû, di encama êrîşekî de birîndar bû. Xwedê şîfa xêrê bidê û ez vê êrîşa ser parêzeriyê bi tundî şermezar dikim. Dilê me bi hemkarê me re ye. Bo mijar rohnî bibe em ê vê dozê bişopînin. Em wekî baro, li ciyê bûyerê ne û em meqamên edlî dawet dikin da edaletê bicîh bînin.”
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.




