ENKS: Divê danûstandina ligel Şamê li ser bingeha Konferansa Qamişlo be

ENKS: Divê danûstandina ligel Şamê li ser bingeha Konferansa Qamişlo be

PeyamaKurd- Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civînek li dar xist û tê de hejmarek mijarên girêdayî rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gotûbêj kir. 

Berdevkê ENKS Feysel Yûsif piştî civînê ragihand ku divê danûstandina li gel Şamê li ser bingeha derencamên Konfreansa 26ê Nîsanê ya Qamişlo ya Yekhelwestiya Kurdî be. 

Yûsif got ku Sûriye bi şer nayê avakirin û divê hemû pêkhate di pêşeroja wê de beşdar bin.

Herwiha Serkirdeyê ENKSê Ekrem Hisên jî got, divê hemahengiyek di navbera şanda HSDê û şanda Kurdî de hebe ji bo danûstandinan li gel Şamê.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.