Li bajarê Rihayê di kanala avê de 2 cesed dîtin

Li bajarê Rihayê di kanala avê de 2 cesed dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li taxa Karşıyakayê di kanala avê de cesedê zilamekî û roja dinê an ku îro cesedê jinekî hat dîtin.

Cesedê yekem do êvarê hemwelatiyên ku di kanala avê ya DSİyê de cesed dîtin, xeberê dan navenda banga lezgîn ya 112an. Dema tîmê çûn ciyê bûyerê, tîmên noqavê cesedê zilameklî 50 salî dîtin ku li serê nasnama wî tinebû. Cesed ji bo otopsiyê û tesbîta nasnamê birin morga Tib a Edlî ya bajarê Rihayê.

Li heman deverê îro (13.08.2025) car din hemwelatî di kanala avê de cesedekî dîtin û rayedaran jê agahdar kirin. Tîmên noqavê çûn ciyê bûyerê û piştî xebatekî baş cesedê jinekî 18 salî ji ava kanalê derxistin.

Cesed şandin morga Tib a Edlî bajarê Rihayê da nasnama wê û sedema mirina tesbît bikin.

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.