Çekdarên Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê êrîşî HSDyê kir

Çekdarên Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê êrîşî HSDyê kir

PeyamaKurd – HSDyê ragihand ku hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê êrîşek li ser nuqteyên wan ên li herêmên rojhilatê Helebê pêk anîne.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandin ku komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, îro di saetên serê sibehê de êrîşî wan kirine.

Li gorî daxuyaniyeke ji aliyê Navenda Çapemeniyê ya HSDyê ve hatiye weşandin, êrîş tam saet 3:00ê sibê li gundê El-Îmamê yê ku li herêma Dêr Hafîra rojhilatê Helebê ye, pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku 4 çeperên HSDyê di êrîşê de hatine hedefgirtin. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hêzên HSDyê bersiv dane û pevçûn 20 deqeyan bê navber berdewam kirine.

Daxuyaniyê weha dewam kir:

Ev êrîşên dubarekirî zêdebûna bi niyet pêk tînin û gefên cidî li ser aramiya herêmî çêdikin. Em hikûmeta Şamê ji ber vê helwêstê bi tevahî berpirsiyar dibînin. Hêzên me ji her demê bêtir amade ne ku mafê xwe yê rewa yê parastina xwe bi tevahî û biryardariyê bi kar bînin."

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.