Trump: “Hindistan petrola Rûsyayê bi karê difroşe û ez ê baca wan zêde bikim”

Trump: “Hindistan petrola Rûsyayê bi karê difroşe û ez ê baca wan zêde bikim”

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku Hindistan bi miqdarekî zêde ji Rûsyayê petrolê dikire û bi karekî zêde difroşe. Trump li ser mijarê got:

“Bi vê sedemê baca gumrikê ya ku Hindistan dide Amerîkayê, ez ê gelek zêde bikim.Petrola ku dikire hinek jê di bazarê de bi kara zêde difroşe.”

Donald Trump, daxwuyaniya xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser Truth Social de da û Hindistanê bi zêdekirina baca gumrikê tehdîd kir.

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.