Nêçîrvan Barzanî salvegera 20emîn a damezrandina Weqfa Alîkariyê ya Barzanî pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya salvegera 20emîn a damezrandina Weqfa Alîkariyê ya Barzaniyê Nemir (BCF) pîrozbahî li berpirs, rêveber û karmendên weqfê kir û ji wan re serkeftin xwest.
Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Weqfa Alîkariyê ya Barzaniyê Nemir di van 20 salan de, bi xebatên xwe yên mirovî û alîkariyê, ji bo qurbaniyan û hewcedaran bûye mînakek bilind a mirovahiyê.
Wî tekez kir ku ev xebat nîşana giyanekî mirovî yê berbiçav e û hêjayî rêz û teqdîreke mezin e.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.





