Tom Barack li ser Siwêda û Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê Tom Barrack, derbarê tundûtûjiya 3ê Tebaxa 2025an li herêmên Minbic û Siwêdayê yên Sûriyeyê daxuyaniyek da.
Barrack bûyerên tundûtûjiyê yên li van herêman wekî "acizker" bi nav kir û diyar kir ku dîplomasî rêya herî baş e ji bo rawestandina şîdetê û avakirina çareseriyeke aştiyane û domdar.
Barrack, ji hesabê xwe yê Xê bang li aliyên têkildar kir ku nakokiyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin, ne bi xwînrijandinê, û got:
"Pêşeroja Sûriyeyê di destê gelê Sûriyeyê de ye. Em daxwaz dikin ku hemû alî aramiyê biparêzin. Sûriye îstîqrarê, gelê Sûriyeyê jî aştîyê heq dike."
Wî herweha ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi hevkariya Fransayê ji bo entegrekirina Rojavayê Kurdistanê bi rêveberiyeke yekgirtî re navbeynkariyê dike û li Siwêdayê çareseriyeke serkeftî pêk aniye.
Barrack tekez kir ku diyalog û hevkariya navneteweyî ji bo misogerkirina aramiyê li Sûriyeyê giring e.
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.





