Serok Barzanî: Em tiştekî ji destûrê kêmtir û zêdetir naxwazin

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Tebaxê li Hewlêrê pêşwazî li Balyoza Almanyayê ya Iraqê Christiane Hohmann û şanda li gel wê kir. Christiane Hohmann bi mebesta xatirxwestinê û bidawîhatina erkên xwe serdana Serok Mesûd Barzanî kir.
Baregeha Serkok Barzanî ragihand, di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Hewlêrê jî beşdarî kir de, rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li herêmê û Iraqê û pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên bi Almanyayê re hatin gotûbêjkirin.
Serok Barzanî spasiya rola Almanya û Yekîtiya Ewropayê ji bo piştgiriya wan a ji bo parastina destûrî ya Herêma Kurdistanê kir.
Serok Barzanî derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkan kir û got: “Vegera li ser prensîpên lihevkirin, hevsengî û hevbeşiyê, baştirîn çareserî ye.”
Serok Barzanî da zanîn ku Herêma Kurdistanê daxwazên xwe di çarçoveya destûra Îraqê de pêşkêş dike û got: “Me tiştekî ji çarçoveya destûrê zêdetir nexwestiye lê em wê tiştê jî qebûl nakin ku ji ya destûrê daye gelê Herêma Kurdistanê kêmtir be.”
Serok Barzanî bal kişand ser pêngavên avakirina kabîneya Herêma Kurdistanê û da zanîn ku piştî civîna polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), têgihiştineke baştir ji bo vê mijarê çêbûye û hêvî xwest ku kabîneya nû beriya hilbijartinên parlamentoya Iraqê bê avakirin.
Ji aliyê xwe ve, Balyoza Almanyayê Christiane Hohmann spasiya rola Serok Barzanî kir û piştgiriya Almanya û welatên Ewropayê ji bo statûya destûrî ya Herêma Kurdistanê dubare kir.
Hohmann got: “Hebûna çend konsulxaneyan li Herêmê, peyamek e ku divê statuya Herêma Kurdistanê were parastin.”
Christiane Hohmannê herwiha pesnê serkeftinên Herêma Kurdistanê yên di warên binesaziya aborî, aramî û ewlehiyê de da û hêvî kir ku ev modela serkeftî, bi taybetî di warê xizmetguzariyên wekî av û elektrîkê de, li deverên din ên Iraqê jî were bicihanîn.
Ev nivîs 155 car hatiye xwendin.




