Li Amedê malbat jî ketin nav pevçûna zarokan û 7 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Amedê li navça Reza (Bağlar) li taxa Îskanevleri li taxê zarok di nav xwe de pevçûn û paşî 2 malbat jî ketin nav pevçûnê.
Di pevçûnê de bi çekan li hev xistin û di encamê de 7 kes birîndar bûn. Di wexta bi demançan li hev xistin, gulên demançê li erebeyekî ku li wê derê danîbûn ket.
Dema tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê bûyerê, birîndaran birin nexweşxanên bajêr yên cuda. Lêpirsîna polîs dewam dike.
Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.




