Nexweşîna heywanan ya şabê li 2 bajaran destpêkir û belav dibe

Nexweşîna heywanan ya şabê li 2 bajaran destpêkir û belav dibe

PeyamaKurd – Li bajarên Qersê û Ardahanê nexweşîna Şabê ya heywanan belav bû û niha gihaye bajarê Artvinê navçên Şavşat û Ardaniçê. Xwediyên heywanan dibêjin ku ew bi talûkeya mezin re rû bi rû ne û heywanên wan dimrin.

Bi taybetî zozanên ku gund bi ortaxî bikartînin, eger heywanekî nexweş bikeve nexweşîna wê digihê heywanên din jî. Di ajalan de nav devê wan kul dibe, di guhan û neynokên wan de birîn çêdibin.

Xwediyên heywanan dibêjin ku dermankirina wan heya niha têr nake. Tevî di heywanan de antibiyotik, iyot, tenturdiyot û kompresa cemedê bikartînin jî, pir fêde nade heywanan û veteriner dibêjin divê nexweşîn di seyra xwe de baş bibe.

Ajalvan dibêjin ku ji derve de nikarin giya bînin, heywanên wan birçî dimînin, deynên wan yên bankayan hene û dixwazin dewlet krediya wan bidin paş.

Li navça Şavşatê li 60 gunda nexweşîn heye. Ji ajalvanan Süleyman Yaza gotiye:

“Li Zozana bidestxistina dermanan zahmete û di 60 gundan de nexweşîna şabê belav bûye. Di gundê me de tenê 1500 heywan hene. Eger ji heywanekî re yek şûşekî derman lazim be, divê 1.500 şûşe hebin. Li Şavşatê tenê veterînerxaneyekî heye, têr nake û divê dewlet dest bavêje vî karî.”

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.