Diyarbekir: Mîksera betonê û otomobîlek li hev qelibîn

PeyamaKurd – Li ser rêya Diyarbekir-Xarpêtê, mîksera betonê ya bi plakaya 21 ADD 370 û otomobîlek bi jimareya plakaya 21 ADR 576, ku nasnameya ajokarên wê nayê zanîn, li hev qelibîn
Piştî agahdarkirinê, tîmên Tenduristiya Lezgîn a 112, jenderme û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di qezayê de ajokarê otomobîlê birîndar bû.
Piştî alîkariya yekem, ajokar bi ambulansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya li navçeya Erxenê ya Diyarbekirê.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




