Merîwan: Zarokekî 9 mehî ji ber guleya berevaniya esmanî ya çekdarên rejîma Îranê can da

PeyamaKurd – Li gundê Deretifê yê ser bi Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, trajediyeke dilsoj qewimî. Sermed Secadî, zarokekî 9 mehî yê xelkê Merîwanê, ji ber ku perçeyekî gulleya berevaniya esmanî ya Spaha Pasdaran a Rejîma Komara Îslamî ya Îranê lê ket, jiyana xwe ji dest da. Bavê wî, Luqman Secadî, jî di heman bûyerê de ji milê xwe ve bi giranî birîndar bû û ji bo dermankirinê neqlî nexweşxaneyeke li Tehranê hate kirin.
Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, malbata Secadî, duh, roja Înê, 20ê Hezîranê, çûne gundê Deretifê û li ber mala xizmekî xwe rastî vê bûyerê hatin. Şahidên bûyerê ragihand ku gulle ji bingeha Spaha Pasdaran a li gundê Beyele ve hatiye avêtin, lê zelal nebûye bê ka armanca vê hedefê kî bûye.
Ev nivîs 243 car hatiye xwendin.




