Hinardekirina petrola ji boriya Kerkûk-Ceyhanê ji nû ve dê dest pê bike

PeyamaKurd – Iraqê ragihand ku îro an sibê hinardekirina petrolê bi rêya xeta Kerkûk-Ceyhanê ji nû ve dê dest pê bike.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku îro an sibê hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrola xav a Kerkûk-Ceyhanê ji nû ve dê dest pê bike. Tirkiyeyê li ser daxwaza Iraqê piştî biryareke hakemtiya navneteweyî, zêdetirî du sal berê herikîna petrolê rawestand.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku îro an sibê îxracata petrolê bi rêya boriya petrola xav a Kerkûk-Ceyhanê ji nû ve dê dest pê bike.
Daxuyaniya wezîr ji aliyê ajanseke nûçeyan a Iraqê ve hat ragihandin.
Tirkiyeyê li ser daxwaza Iraqê piştî biryara dadgeha hakemiya navneteweyî, zêdetirî du sal berê herikîna petrolê bi rêya boriyê rawestand.
Ji nû ve destpêkirina şandina petrolê ya ku tê çaverêkirin wekî gaveke giring di bazirganiya enerjiyê ya di navbera her du welatan de tê dîtin.
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.




