Ji ber petrola Kurdistanê nayê hinarde kirin, Iraqê bi qasî 25 milyar dolarî zirar kir

Ji ber petrola Kurdistanê nayê hinarde kirin, Iraqê bi qasî 25 milyar dolarî zirar kir

PeyamaKurd – Pisporê enerjiyê Dr. Govend Şêrwanî ji BasNewsê re ragihand ku rawestandina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê zirareke 25 milyar dolarî gihandiye budceya Iraqê. Wî diyar kir ku ji ber biryareke siyasî, kêmaniya budceya giştî ya Iraqê gihîştiye 49 milyar dolarî yê salane, û hê jî çareseriyek ji bo vê kêmasiyê nehatiye dîtin.

Derbarê pirsgirêkên hinardekirina petrolê ji bendera Besrayê, Şêrwanî got ku petrola Besrayê rojane 220 milyon dolar dahatê peyda dike. Heke hinardekirin 10 rojan raweste, windahî dibe 2.2 milyar dolar.

Wî hişyarî da ku metirsiyeke mezin heye ji rawestandina temamî ya hinardekirina petrola Iraqê, nemaze ger Îran Tengava Hurmuzê bigire, ku 30% petrol û 20% gaza cîhanê ji wir tê hinardekirin. Ev yek dê bibe karesateke aborî ya cîhanî, bi taybetî ji bo Iraqê ku temamiya petrola xwe ji Besrayê hinarde dike.

Şêrwanî bal kişand ser wê yekê ku boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare rojane yek milyon bermîl petrol hinarde bike, lê ji ber desttêwerdanên siyasî, Iraq hê alternatîfeke cidî ji bo vê yekê nefikiriye.

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.