Li bajarê Sêwasê ji ber li keçekî xistin 7 kes bûn zîndanî

Li bajarê Sêwasê ji ber li keçekî xistin 7 kes bûn zîndanî

PeyamaKurd – Li bajarê Sêwasê ji ber dîmenên keçekî ku di ser hesabê medya civakî de hat belavkirin ku lê dixin û di medyayê de gelek bertekê nîşanê lêdana keçikê kirin, 9 kes hatin binçavkirin.

Piştî hêzên asayîşê 9 kesan xistin binçav, li baregeha asayîşê îfadên wan sitendin û wan derxistin dadgehê. Dadgehê 2 kesan berda û 7 kesan bi biryara zîndanîkirinê wan şand zîndanê.

Li bajarê Sêwasê, li lîse ya keçikan ya bi navê Necip Fazıl Kısakürek Kız Mesleki ve Anadolu Lisesi, dema li keçika bi navê E.T.Ç (15) dixin û dîmenên lêdana wê di ser medya civakî de, di rêya telefonê de belav dikin, li ser bûyerê xwendevanên bi navên Z.S.B (15), E.N.S. (16), S.İ. (16), Y.T. (15), M.Ü. (15) B.L.A. (16) ve N.D. (15) ji derveyê dibistanê B.Ç. (19), R.N.D. (17) xistin binçav.

Piştî li asayîşê îfadên wan girtin, ji gumanbaran B.L.A. û N.D. bi şertê kontrola edlî serbest berdan û 7 kesên din bi sedema “ji kesekî zêdetir li hemberê zarokê cebir, tehdîd û an di rêya hîleyê de kesekî ji azadiya wî/wê bêpar bihêlin” û “ji aliyekî ji kesekî zêdetir de, bi hevre talan” hatin zîndanîkirin.

Parêzgeha bajarê Sêwasê do li ser bûyerê daxwuyanî dabû û raya giştî agahdar kiribû ku bi serpereştiya serdozgeriya Sêwasê lêpirsîn tekirin.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.