Li Mêrdînê agirê daristanê dewam dike

Li Mêrdînê agirê daristanê dewam dike

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Stewrê (Savur) di seha daristanê de agir bi dara ketiye û şewata daran dewam dike. Tîmên vemirandina agir xebata vemirandina agir dewam dikin lê tişta balkêş dema tîm dîtin ku kûsî (kîso) bê av mane, avê dan wan jî.

Li gor hat ragihandin; agir di navbera gundên Mixajnê (Yenilmez) û Teffê (İçören) de bi daristanê ketiye û sedema destpêkirina şewatê nehatiye zanîn.

Tîmên îtfaiyê û rêvebiriya çandiniyê û daristanê yên bajarê Mêrdînê mudaxele dikin da agir vemirînin.

Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.