Li Maraşê operatorê ku apartmana xesar dîtibû hildiweşand, di bin enqazê de can da

PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê apatmana ku di erdhejê de xesar dîbû û diviya hilweşandina, di wexta hilweşandina wê de operatorê makînê yê bi navê Önder Pınarcı (30) di bin enqaza apartmanê de ma.
Apartmana ku di erdheja 6ê Sibat a 2023an de xesar dîbû ya 15 qat, ji nîşka de ket ser makîna ku Pınarcı dajot û Pinarcı tevî makîna xwe di bin de ma.
Dema tîmên pêwendîdar ji bûyerê agahdar bûn û çûn ciyê bûyerê, piştî xebatekî zor û zahmet karibûn xwe bigihînin cesedê Pınarcı.
Cenazê Pınarcı birin morga Tib a Edlî ya bajêr.
Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.




